‘Garantîya derziyeke bi bandor nîne, divê dinya hînî jiyana bi vîrusê re bibe’

‘Garantîya derziyeke bi bandor nîne, divê dinya hînî jiyana bi vîrusê re bibe’

PeyamaKurd-  Bijîşkê Brîtanî ku endamê Rêxistina Tenduristiya Cîhanê (WHO) ye David Nabarro, li ser xebatên derziyeke nehiştina vîrusa koronayê  got ku misogeriya çêkirina derziyeke serkeftî ya nehiştina vîrusa koronaya nû Covid-19 nîne.

Nabarro, herwiha got ku pêwîste mirovahî heta dahatuyeke nediyar xwe hînî jiyana gefa vîrusê bike û wiha pê de çû:

“Ji bo her vîrusekê bi teqezî derziyeke bi ewle û bi bandor nayê pêşxistin. Hin vîrus hene pir zehmet e derzîyek bo wan were pêşxistin Lazime di dema gefa berdewam a vê vîrusê de, rêyên berdewamkirina jiyana xwe bibînin, heta dahatuyeke pêşbînîkirî.”

Nabarro got ku ev jî tê wateya îzolasyon û parastina kesên temen mezin û zêdekirina nexweşxaneyan bo rûbirûna nexweşiyê.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin