7 kes mirin û 11 kes birîndar bûn

7 kes mirin û 11 kes birîndar bûn

PeyamaKurd- Li navçe ya Yunakê ya bajarê Konyayê mînîbusa ku karkerên demkî yên zîraatê tê de bûn û TIR ekî li hev ketin û di encamê de 7 xebatkar mirin û 11 kes birîndar bûn. Piştî qezayê gelek ambûlans û tîmên îtfaiyê bo deverê hatin şandin. Kesên ku qeza kirine ji xelkê bakûrê Kurdistanê ji bajarê Rihayê ne û karkerên demsalîne. Wezîrê tenduristiyê yê Tirkiyê Fahrettin Koca di ser hesabê xwe yê Twitterê de weha ragihand:

“ Qeza ku li bajarê Konya li navçeya Yunakê çêbû û tê de 7 kes mirin û 11 kes birîndar bûn, me xemgîn kir. Tişta ku dilê me xweş kir ew bû ku me bi helîkopter ambûlansê û ambûlansên din karibû birîndarên xwe bibin nexweşxaneyan û dest bi dermankirina wan kir. Bo miriyan ji Xwedê rehmet û bo birîndaran şîfa dixwazim.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin