Hêzên Şamê êrîşî taxa Şêx Meqsudê kir: Kuştî û birîndar hene

Dîroka Weşanê :
Hêzên Şamê êrîşî taxa Şêx Meqsudê kir: Kuştî û birîndar hene

PeyamaKurd- Hate ragihandin ku hêzên girêdayî rêveberiya demkî ya Sûriyeyê êrîş birine ser Şêx Meqsûd a Helebê li Bendava Tişrînê jî şer di navbera HSD û çekdarên Şamê de derketiye.

HSDê ragihand ku komên çekdar ên girêdayî hikûmetê êrişî taxên Kurdan, Dêr Hafir û Bendava Tişrînê kiriye.

Li gorî daxuyaniyê HSDê  çekdarên hikûmeta Sûriyeyê her du taxên Kurdan Şêx Meqsûd û Eşrefiye yên li Helebê û Dêr Hafir û derdora Bendava Tişrînê dikin armanc.

Asayîşa Helebê jî diyar kir ku di encama êrîşên komên çekdar de kesekî can daye û birîndar jî hene.

HSDê komên çekdar ên Şamê hişyar kir û got: "Em van koman ji encamên vê aloziya metirsîdar bi tevahî berpirsyar dibînin."

Li aliyê din, medya fermî ya Sûriyeyê îdia kir ku Artêşa Sûriyeyê xalên HSDê yên li Taxa Şêxmeqsûdê kirine hedef û hate gotin ku endamekî Wezareta Parastinê ya Sûriyê hatiye kuştin.