Mattis: Em dixwazin bibînin PKK ji Sincarê vedikse

Mattis: Em dixwazin bibînin PKK ji Sincarê vedikse

Wezîrê bergiriyê yê Amerîkayê Jim Mattis ragihand ku hebûna PKKê li Sincarê Tirkiyê tehdîd dike û ew dixwazin bibînin ku PKK ji Sincarê vedikşe.

Jim Mattis seredana ofîsa Pentagonê ya çapemeniyê kir û di gelek mijaran de dîtinên xwe got. Mattis li ser têkiliyên Amerîka û Tirkiyê jî dîtinên xwe got.

Mattis li ser mijara PKKê got: “Li wî aliyê sînorê Iraqê li Sincarê tehdîda PKKê li Tirkiyê heye. Hun dizanin PKK ji aliyê Amerîka de rêxistineka terorîst tê nasîn. Gelek Tirkên bêguneh kuştin û em dixwazin bibînin ku PKK ji Sincarê vekişiya ye.”

Di mijara eger Tirkiye operasyonekî bi herêma Sincarê gelo wê Amerîka piştgiriya wan bike an na de, Mattis got ku ew nikare di derbarê operasyonên di pêş de agahî bide.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin