Heyeta Amerîkayê bi HSD ê re hevdîtin kir

Heyeta Amerîkayê bi HSD ê re hevdîtin kir

PeyamaKurd – Heyeta Amerîkayê ya taybet li Binxetê bi HSD ê re civiya. Li gor ragihandina malpera wezareta karên derve ya Amerîkayê; di hevdîtinê de cîgirê wezîrê karên derve yê Amerîkayê Joey Hood, cîgirê nûnerê taybet yê Amerîkayê bo Sûriyê Aimee Cutrona û berpirsa konseya ewlehiyê yê Amerîkayê bo karên Iraq û Sûriyê Zahra Bell hebûn. Di beyana malperê de heyeta Amerîkayê li Reqayê bi serokên eşîrên Ereb re hevdîtin kirine. Di malperê de ragihandina Joey Hood heye ku weha behsa mijarê dike:

“ Bo koordînasyon û hevkariya têkoşîna li hemberê IŞİD ê, bo dewama îstîqrara li bakûrê Sûriyê û bo rakirina IŞİD ê ji holê, em ê alîkariyên bo îstîqrarê bidin û em bi biryarin. Çareseriya siyasî ya li Sûriyê li ser xebatên siyasî yen li Sûriyê ne û wê Amerîka alîkariya Rojava bike.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin