Heyva Sor a Kurdistanê dest bi projeya avakirina nexwesxaneyekê dike

Heyva Sor a Kurdistanê dest bi projeya avakirina nexwesxaneyekê dike

PeyamaKurd – Heyva Sor a Kurdistanê, li bajarê Dêrikê yê Rojavayê Kurdistanê dest bi projeya avakirina nexweşxaneyekê dike. 

Li gor Nûnerên Heyva Sor a Kurdistanê dan zanîn, wan ji bo çêkirina nexweşxaneyeke li Dêrikê projeyek çêkirine ku wê ev proje di demên pêş de pêk were û got: “Em xizmetên xwe li çar parçeyên Kurdistanê û bi taybetî Rojavayê Kurdistanê didomînin.”

Nûnerên Heyva Sor a Kurdistanê destnîşan kirin, “Heta ku pêvajoya avakirinê ya li Rojavayê Kurdistanê temam bibe, wê alîkariya wan bidome”.

Hêjayî gotinê ye, Heyva Sor a Kurdistanê 4ê Adara 1993yan de, li Almanyayê hat damezrandin. Navenda wê li Troisdorfê ye û li gelek welatên Ewropayê û li Rojavayê Kurdistanê nûnerên wê hene.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin