Hêzên Îranê hunermendekî Kurd, dê û xwuşka wî kuşt

Hêzên Îranê hunermendekî Kurd, dê û xwuşka wî kuşt

PeyamaKurd – Hêzên ewlehiya Îranê li Rojhilatê Kurdistanê li ser rêya bajarê Sine-Meriwanê li erebeyekî xistin û di encamê de wenekêşê Kurd yê bi navê Mehdî Tewekkolî, xwuşka wî û diya wî kuştin. Ji bo malbata ti agahî nede, malbatê jî tehdîd kirin.

Ji malbatê, cenazên her sê kesan îro li bajarê Sine (Senendaj) li goristana Beheşt-i Muhammedi sipartin xakê.

Dema hêzên asayîşa Îranê malbatê tehdîd kirin, ji malbatê re gotine ku tenê dê bêjin ku malbat qeza trafîkê kiriye û eger vêya nekin, dê nehêlin ku merasima cenazeyan û defna wan bikin.

Mehdi Tewekkolî, li Rojhilatê Kurdistanê wênekêşekî baş tê zanîn. Li gelek deveran pêşengehên wêneyan vekiriye û di festîwala wêneyan ya Silêmaniyê de endamê komisyona bijartinê bûye.

Tewekkolî, di rêvebirina cejnên Newrozê de kar kiriye û berê çend caran hêzên ewlehiya Îrawê ew xistine bin çav.