PeyamaKurd - Di derbarê pejirandina fermî ya Hereketa Zimanê Kurdî HEZKURDê de, berpirsê wê yê demkî Suphi Ozgen daxuyaniyek belav kir. Di daxuyaniyê de diyar kir û got: ‘‘Mizgînî li xwebexşên Hezkurdê û rayagiştî be, HEZKURD, wek fermî hat pejrandin. Piştî pêvajoyeke zehmet û dijwar, bibiryar û civînên dildarên Hezkurdê ku bi kurtasî li jêrê hatine nivîsîn, me berpirsiyariya ku danîbû ser milên xwe gihand encam.’’
Daxuyanî wiha ye:
Mizgînî li xwebexşên Hezkurdê û rayagiştî be, HEZKURD, wek fermî hat pejrandin. Piştî pêvajoyeke zehmet û dijwar, bibiryar û civînên dildarên Hezkurdê ku bi kurtasî li jêrê hatine nivîsîn, me berpirsiyariya ku danîbû ser milên xwe gihand encam.
Di tarîxa12.09.2020-an da di civîna koordinasyona birêvebiriya navendî ya Hezkurdê da ku ez(Suphi Ozgen), Fevzi Bulgan, Barij Celalî, Muzaffer Ozer, Giyasettin Abuşak û Bilal Şayik beşdar bûn, nûneriya birêvebirinê ji min ra hat pêşniyarkirin. Min jî ji ber selamet û ji ber hereket belav nebe, heta damezrandina xwe pêk bîne û heta komcivîna yekemîn, wek miweqet vê pêşiyarê pejirand û di vê derbarê de hevsengiya vîn/îradeyî jî çê bû.
Di civîna tarîxa 20.09.2020-an da jî her pênc kesên ku li jor navên wan ji bo koordinasyona birêvebiriya navendî hatine nivîsîn jî tê da, bi beşdariya 40 kesî ya civîna berfireh da jî biryarên civîna tarîxa12.09.2020-an hatin pejrandin û biryarên hêj zêdetir jî lê hatin zêdekirin.Paşê jî bi sedan ew pêşniyar, fikir û ramanên ku bi projeye “ Hûn Çi difikirin? Em Çi bikin?” ku ji gelek ciyan hatibûn, ji aliyên me va hat nirxandin û me komî ser hevûdu kir.
Ez di 29.09.2020-an da li ser navê Hereketa Zimanê Kurdî-Hezkurdê, beşdarê bernameya Platforma televziyonî ya dijîtal Radyoya Ashtî ku bernameyeke taybet bû, bûm. Min di vê bernamê da derbarê armancên Hezkurdê da amadekariyên damezrandinê û bitaybet jî derbarê projeye “ Hûn Çi difikirin? Em Çi bikin?” da axivîm û min bersiva pirsên pir alî ku hatin da.Di tarixa 04.10.2020-an da di civîna ku mijara wê tenê rêzikname bû ku birêvebirên Hezkurdê, xwebexş û mêvan jî beşdar bûn da jî fikrên herkesê hat wergirtinDi tarixa 01.10.2020-an da di civîna komîsyona rêziknamê da jî reşnivîsa rêziknamê ku em li ser hevheng bûn, me gihand berdestên hemû birêvebirên Hezkurdê û komisyona rêziknamê…
Piştî nirxandina vê reşnivîsê, di tarîxa 08.10.2020-an da di cîvîna birêvebirên û komisyona rêziknamê da jî bi yek dengiya yên ku ji erka xwe venekşiyan va me rêziknameya xwe xilas kir.Ev roj jî me li Muduryeta Komeleyên Stenbolê ( Muduryeta Pêwendiyên li gel Civaka Sivîl ya Bajêr) da tescîlkirin.Danasîn û hûrgiliyên daxuyaniyê jî li gel lijneya hevalên birêvebirina miweqet va dê ji aliyên min va bê kirin.
Serokê Lijneya birêvebirina Miweqet ya Hereketa Zimanê Kurdî
Parêzer Suphi Özgen
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin