HSDê bîlançoya qurbaniyên êrîşên hêzên Sûriyê eşkere kir

Dîroka Weşanê :
HSDê bîlançoya qurbaniyên êrîşên hêzên Sûriyê eşkere kir

PeyamaKurd- Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) derbarê, êrîş topbarana komên çekdarên girêdayî hikûmeta Sûriyeyê ya ser taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê yên Kurdan ên li Helebê daxuyanî da û bîlançoya êrîşan eşkere kir.

HSDê ragihand, di topbarana li ser malên welatiyan de jinekê can daye û 17 kes jî birîndar bûne ku hinek ji wan zarok in.

HSDê da xuyakirin, "Welatiya sivîl a 41 salî Fatime Hemade, di encama topbarana giran a komên girêdayî hikûmeta Şamê ya li taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê yên Helebê de şehîd ket. Di topbaranê de hejmarek sivîlên din jî birîndar bûn ku di nav wan de jin û zarok jî hene."

Li gorî daxuyaniya fermî ya HSDê, jinekê canê xwe ji dest daye û 17 kes jî birîndar bûne.

HSDê diyar kir, "Hêz rasterast malên xelkê topbaran dikin."

Medyaya HSDê vîdeoyek li ser Telegramê belav kir û tê de xuya dike ku barhilgirek top û teqemenî li ser e û topbaranê dike, herwiha çend çekdar jî hawanan diavêjin.

HSDê wiha got: "Ev dîmen ji aliyê komên hikûmeta Şamê ve hatine belavkirin û çend kom in bi topan êrişî taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê dikin ku xelkeke zêde li wan heye. Ev êrîşeke dijminane ye û gefê li jiyana xelkê xwecihî dike, her wiha binpêkirineke eşkere ya yasaya navneteweyî ya mirovî ye."

Li gorî Tenduristiya Helebê jî di encama topbarana HSDê de 3 kes hatine kuştin. Ajansa Nûçeyan a SANA ya fermî ya Sûriyeyê jî daye xuyakirin, di nav 3 kuştiyên Helebê de, du ji wan jin in.