HSD ji kampa Holê vekişiya; kontrol radestî Koalîsyona Navneteweyî hat kirin

Dîroka Weşanê :
HSD ji kampa Holê vekişiya; kontrol radestî Koalîsyona Navneteweyî hat kirin

PeyamaKurd – Di encama aloziyên leşkerî yên li Rojavayê Kurdistanê de guhertineke stratejîk di kontrolkirina kampa herî xeternak a cîhanê de pêk hat.

Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) ji derdora Kampa Holê vekişiyan û kontrola herêmê radestî Hêzên Hevpeymaniya Navneteweyî kirin. Niha balafirên şer ên koalîsyonê li ser herêmê difirin da ku ewlehiyê biparêzin.

Ev biryara vekişînê di demekê de tê ku li Hesekê, di navbera şervanên HSD û şaneyên DAIŞê de li nêzîkî Girtîgeha Sînayê şerekî dijwar derketiye. Her wiha li bajarê Şedadiyê jî piştî reva hin girtiyên DAIŞê, çekdarên rejîma Sûriyeyê qedexeya derketina derve ragihand.

Dema ku Şam HSDyê bi "berdana girtiyan" tawanbar dike, HSD û MSD tekez dikin ku ewlehiya zindanan bûye amûreke zexta siyasî û divê çareserî "nenavendî" be.