DEM Partî û dezgehên sivîl li ber DEDASê çalakî pêk anîn

DEM Partî û dezgehên sivîl li ber DEDASê çalakî pêk anîn

PeyamaKurd – Piştî karesata şewata ku li ser sînorê Amed û Mêrdînê rû da û 15 kesan jiyana xwe ji dest da jî nîqaşên karesatê didomin.

Parlamentên DEM Partiyê û berpirsên dezgehên sivîl ên Amedê li ber avahiya Dezgeha Elektrîkê ya Dîcleyê (DEDAŞ) çalakiyeke protestoyî kirin. Polîsan tedbîrên ewlehiyê yên tund girtin.

Parlamentên DEM Partî, hevşaredarên Amedê, berpirsên dezgehên sivîl ên Amedê û xizmên kesên di karesata şewatê de jiyana xwe ji dest dabûn, li ber avahiya DEDAŞê kom bûn û çalakiyeke protestoyî pêk anîn.

Di çalakiya ku daxuyaniyeke çapemeniyê jî hate dayîn de polêsan ji bo bergiriya ewlehiyê dora avahiya DEDAŞê dorpêç kirin.

“Çima DEDAŞ nayê çavdêrîkirin”

Parlamentera DEM'ê ya Amedê Adalet Kaya ku li ber pankarta 'DEDAŞ ji gel re xizmetê nake, ji hikûmetê re dike' daxuyanî da û diyar kir ku ji ber xemsariya DEDAŞê şeva 20ê Pûşperê karesateke mezin a şewatê pêk hatiye.

Kaya ev tişt anî ziman: “Ev şewat di encama bêberpirsiyariya rêveberiya herêmê de derket û 15 welatiyên me jiyana xwe ji dest dan. Ez hemû kesên jiyana xwe ji dest dane bi rêzdarî bi bîr tînim.

DEDAŞ kî ye? DEDAŞ ew dezgeha ku dema bixwaze bi leşkeran dadigre ser gundan, elektrîka wan qut dike, nahêle ku cotkarên herêmê hilberînê bikin, dibe sedem ku berhemên wan şên nebin û têk biçin û gel jiyana xwe ji dest bide. Ev 40 sal in tamîrê dike û ji cînayetên kar berpirsyar e. Ev pargîdanî qet nayê çavdêrîkirin. Rayedar di Wezareta Enerjiyê de ye, em dizanin ku tu kontrol nehatiye kirin. Ev şewat bi salan e diqewime û gundî jî ji ber van şewatan mexdûr dibin. Nexweş ji ber qutbûna elektrîkê mexdûr dibin. Em şahidiya van hemûyan dikin.

'DEDAŞ dijminê Kurdan e'

Ev kompaniya ku dewletê di bin navê polîtîkaya arizîkirinê de xiste jiyana me, dijminê Kurdan û civakê ye. Divê DEDAŞ bê çavdêrîkirin û di derbarê karesata şewatê de lêkolînên pêwîst bêne destpêkirin. Ji karesata ku li herêma şewatê bû sedema mirina 15 kesan, Wezareta Enerjiyê, Wezareta Navxweyî, Parêzgar û qeymeqam berpirsyar in. Em ê li parlamenê, li kolanan û li dadgehan hesabê vê yekê bipirsin. Em dizanin ku helîkopterên bi kameraşên şevê hene û li rojava (Tirkiye) dihatin bikaranîn. Lê belê li vê herêmê bi hezaran hektar erd şewitîn û mirov ji keda salekê bêpar manwinda bûn. Divê ziyanên madî û manewî bên qerebûkirin û beriya her tiştî, divê pêşî dadwerî pêk bê.”

 

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin