Silêmaniye | Di rûdaneke trafîqê de kesek mir û 5 kes jî birîndar bûn

Silêmaniye | Di rûdaneke trafîqê de kesek mir û 5 kes jî birîndar bûn

PeyamaKurd – Li sînorê navçeya Çemçemalê ya ser bi parêzgeha Silêmanî ve, di encama rûdaneke trafîqê de, kesek mir û 5 kes jî birîndar bûn.

Cîgirê Rêveberiya Tendirustiya Silêmaniyê Şerîf Rehîm diyar kir, do êvarî li ser rêya sereke ya di navbera nahiyeya Sengaw – Çemçemalê 2 otomobîl li hev qelibine û di encamê jî de kesek miriye û 5 kes jî birîndar bûne.

Herwiha Şerîf Rahîm destnîşan kir, ew kesê koça dawî kiriye zilamekî 47 salî ye û birîndarên wê rûdanê jî bo nexweşxaneya Çemçemal û Silêmaniyê hatine şandin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin