Li Iraqê bi dronan qaçaxçîtiya tilyakê tê kirin

Li Iraqê bi dronan qaçaxçîtiya tilyakê tê kirin

PeyamaKurd – Hate ragiindin li parêzgeha Dîwaniye du kes hatine girtin ku bazirganiya madeyên hişber dikirin û bi dronan ew madeyên hişber vediguhestin.

Wezareta Navxwe ya Iraqê daxuyaniyek belva kir û ragehand: Li parêzgeha Dîwaniye piştî komkirina zanyariyan du kesên biryara girtina wan hebû ji aliyê dadgehê ve, bi tometa bazirganiya bi madeyên hişber hatin girtin.

Daxuyaniyê de hat gotin, çar dron jî dest li ser hatine danîn ku karê veguhestina madeyên hişber bi wan dronan dihate kirin.

Herwaha dest li ser beşek madeyên hişber ê cureya krîstal û demançeyê de hatiye girtin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin