PeyamaKurd – Li Ûkraynayê şer dewam dike û bala dinyayê tev li ser berhemên hûbûbatê yên li Ûkraynayê hatine hilberandin. Ûkrayna di dinyayê de welatê herî mezine ku hûbûbatê hildiberîne. Ji ber şer dewam dike, temamê keştiyên îxracatê li Derya Azakê asê mane.
Serokê Rûsyayê Putin li ser krîza dinyayê ya hûbûbatan axifî û got ku ew amade ne di mijarê de alîkariyê bikin. Putin weha got:
“Rûsa amade ye ji bo alîkariya ku ji Ûkraynayê hîbûbatê bibin.”
Welatên G7 ragihandibûn ku şerê Rûsya-Ûkraynayê krîza hubûbatê û enerjiyê zêde dike û divê ji bo 40 mîlyon ton hûbûbatên ku di depoyên Ûkrayna de hene, çareseriyekî bê dîtin.
Li gor ragihandina FAO yê niha 25 mîlyon ton hûbûbat bi sedema ablûka Rûsyayê li Derya Azakê di lîmanên Ûkrayna de sekinandiye.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin