Îran: Azerî Faris in

Îran: Azerî Faris in

PeyamaKurd- Cîgirê serokkomarê  Îranê Elî Yûnisî got: “Azerî Farisên ku bi Tirkî diaxifin.” Ev gotin parlementerên ku Azerîne rakir ser piya.

Parlementerên bajarê Urmiyê yên Meclisa Îranê Nadir Gazipur û Hadi Bahadır ji Hesen Rûhanî re nameyek bi îmza 50 parlementeran nivîsand û nerazîbûna xwe nîşan dan.

Parlementer di nameya xwe de ragihandin ku gotinên Yunusî zerarê dide asayîşa welat, li Îranê gelek netewe dijîn û li gor Quranê nabe cudatî bêxistin navbera neteweyan.

Di namê de hat ragihandin ku li zimanê qewmê Azerî heqaret hatiye kirin. Azerî ne ji 300 salî vir de lê ji berê de bi zimanê xwe diaxifin.

Azerî di nava neteweyên Îranê de yên ku nûfûsa wan herî qelebalixe û milletekî qedîme. Di pey Azeriyan de nûfusa herî qelebalix Kurdin û netewa 3 yem jî hêj Farsin. Li Erebistana Îranê jî gotinên weha hatin gotin û Ereb dest bi xwepêşandanan kirin. Belkî xwepêşandan hêjî dewam dikin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin