PeyamaKurd – Ajansa Nûçeyan a Dewleta Sûriyê (SANA) ragihand ku artêşê li dijî komên terorîst li Idlibê dest bi operasyonekê kiriye.
Li gorî SANAyê agibesta Idlibê ya li gera 13an a Astanayê ku li Nursultan a Kazaxistanê hatibû ragihandin, ji ber ku komên çekdarên Tirkiye piştevaniya wan dike, agirbest red kirine bidawî bûye û dê rejîma Sûriyê operasyonên xwe berdewam bike.
Ev daxuyanî piştî nûçeyên ku muxalîfan bi fuzeyan êrîş birine ser baregeha Hmeymimê hat ku li gorî ajansa dewleta Sûrî di encama wê êrîşê de, ‘Li baregeha esmanî ya Hmeymim birîndar hene û ziyana madî çêbûye."
SANAyê diyar kir, ‘Komên terorîst ên Tirkiye piştevaniya wan dike, li herêmê êrîşên ser sivîlan dane destpêkirin” û wê operasyonên artêşa Sûriyê jî li Idlibê dijî muxalîfan berdewam bikin.
Çavkaniyên nêzîkî opozîsyona çekdar a Sûriyê jî bi vê biryara rejîma Sûriyê re hevdem radigihînin li gelek deveran êrîşên hewayî û bejahî dest pê kirine.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin