PeyamaKurd – Parlamentarê Iraqê yê heyama berê yê Kerkûkê Şaxewan Ebdulla ragihand, “Heke rewşa Kerkûkê asayî nebe, em qet destûra pêkanîna hilbijartinê nadin.”
Li gor biryara Parlamentoya Iraqê diviyabû di Mijdara 2019an de hilbijartinên meclîsa şaredariyan werin encamdan ku li gor wê biryarê pêwîst bû li Kerkûkê jî hilbijartin were encandan.
Şaxewan Ebdulla li ser mijarê diyar kir ku ew dê heta tarîxa hilbijartinê hewil bidin rewşa parêzgehê asayî bibe û got, “Heger rewşa asayî nebe, em qet destûrê nadin hilbijartin çêbibin.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin