Îro 53yemîn salvegera sehîdbûna Faîk Bucak e

Îro 53yemîn salvegera sehîdbûna Faîk Bucak e

PeyamaKurd - îro 5ê Hezîranê di ser şehîdbûna damezirîner û yekemîn Serokê Partiya Demokrata Kurdistanê - Tirkiye (PDK-T) Faik Bucak re 53 sal derbas dibin.

Serokê PDK-Tê, Faik Bucak di sala 1919an li bakurê Kurdistanê, hatiye dinê. Bucak di sala 1939an de zanko temam kiriye. Di sala 1945an de wek dadwerê stajyer dest bi kar bûye. Di sala 1953an waz ji dadwerîyê aniye û wek parêzereke azad kar xebitiye.

Di sala 1961ê de li gel hevalên xwe, Seîd Elçi û Omer Turhan Komîteya Partiya Demokrata Kurdistanê li bakûr damezirandiye li jêr bandora Partiya demokrata Kurdistana Îraqê.

Piştî çar salan li gel Partîya Demokrata Kurdistan- Tirkiye dadimezirînin (T-KDP) û dûv re Bucak dibe yekemîn serokê partiyê.

Di  4ê Tîrmeha 1966an hinek destên reş wî birîndar dikin û digehe nexweşxaneyê lê roja din canê xwe ji dest dide.  


Em wekî malbata PeyamaKurd Yekem Serokê PDK-Tê Şehîd Faîk Bucak bi rêzdarî bibîr tînin. Cihê wî bihûşta ala be. Serê malbata wî û gelê Kurd û Kurdistanê sax be.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin