PeyamaKurd – Li bajarê Rihayê li navça Sûrûcê du bira di wexta di nav otomobîla xwe de diçûn, hinek kes bi sîlihan li wan xistin. Her dû bira birîndar bûn. Birayê mezin bi birîndariya xwe ve birayê biçûk yê birîndar bir nexweşxana dewletê ya Sûrûcê lê li nexweşxanê can da.
Li gor ragihandinan; bûyer bi şev li ser rêya Remilê çêbû. Li gor agahiyan li navçê her dû bira Hüseyin Şahin û Kadir Şahin karê zêringeriyê dikin û bi navbera wan û N.Y., M.Y. û A.Y. de dawa deyna ya pere heye û piştî bi telefonê axifîn, her dû bira di ser rêya Remilê de diçûn ku bi sîlihan êrîşê wan kirin. Birayê biçûk Hüseyin Şahin birîna wî giran bû û birayê mezin Kadir Şahin ji bo birayê xwe bigihîne nexweşxanê erebê ajot û bi birîndarî rêya 5 km yan erebê ajot heya nexweşxanê.
Birayê biçûk Hüseyin li nexweşxanê can da. Birîna Kadir Şahin ji ber giran bû wî şandin nexweşxana navendê ya Rihayê.
Tîmên cendirmeyan ji bo kesên li wan xistine tesbît bikin û bigrin dest bi xebatê kirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin