Zanyarên Rûsî nexseya genoma covid19 derxistin

Zanyarên Rûsî nexseya genoma covid19 derxistin

PeyamaKurd – Zanyarên Rûsî serkeftineke mezin di têkoşîna dijî vîrusa koronayê de bi dest xistin ku ragihandin, wan nexşeya genoma covid19 derxistiye û ev dê ji bo lezkirina çêkirina derziya coronavirus alîkariyeke mezin bide.

Li gorî daxuyaniya Wezareta Tenduristiya Rûsyayê, zanyarên ji Enstîtuya Smorodintsev a Lêkolînên Şewbê cara yekem rêzbûna genoma vîrusa koronayê çareser kirine û hat diyarkirin ku ev dê ji bo derman û derziya bo covid19 bibe alîkar.

Berpirsê Enstîtutuyê Dr. Dmitriy Lioznov, ragihandiye ku ji ber covid-19 vîruseke nû ye keşifkirina rêya wê ya belavbûnê û mutasyona wê mijareke gelekî krîtîk bû û dîtina nexşeya genoma wê re jî dê ji bo peydekirina dermanan û derziyê bibe alîkar.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin