Ji ber qelebalixa hilbijartinê, dê di deriyê Hacî Omran de bi dorê derbas bibin

Ji ber qelebalixa hilbijartinê, dê di deriyê Hacî Omran de bi dorê derbas bibin

PeyamaKurd – Ji ber qelebalixa hilbijartinê, dê di deriyê Hacî Omran de bi dorê derbas bibin. Deriyê Hacî Omran di navera her dû perçên Kurdistanê de yên Başûr û Rojhilat de ye.

Qeymeqamiya Pîranşehrê ji bo çareseriya qelebalixa deriyê sînor yê Hacî Omranê çareser bike, di pêvajoya hilbijartina parlementoya Iraqê de, ji bo çûn û hata di derî de nobetê danî. Li gor ragihandina beşa têkiliyên bi xelkê ya qeymeqamiyê; wê bicîhanîna biryarê di 8ê mehê de destpêbike û 10 roj dewam bike.

Li gor biryarê wê rojên Şemî, Duşem, Çarşem û Înê xwediyên kardên sînor derbas bibin. Di rojên Yekşem, Sêşem û Pêncşemê de wê geştiyar derbas bibin.

Rayedar ragihandin ku di 2 mehên dawiyê de maf dane ku xwediyên kardên sînor karibin ji Herêma Kurdistanê mal bibin Rojhilatê Kurdistanê. Ji ber wê jî di deriyê Hacî Omran de qelebalixekî zêde çêdibe. Ji ber bazirganiyê kesên geştiyar gelek wext di derî de dimînin.

Piştî 10 rojan wê qeymeqamiya Pîranşehrê bi rêvebiriya deriyê Hacî Omran ve planekî çêbikin da zêde qelebalix çênebe.

Hukumeta Îranê ji bo bazirganiya kolberiyê rakin, kard dane kesên li dora sînor dimînin, ew dikarin bo miqdarekî û hinek cûreyên eşyayan bi xwe re bibin Rojhilatê Kurdistanê lê bi bacekî kêm.

Ev nivîs 22 car hatiye xwendin.