Ji bo projeya rêhesina Kurdistanê bi kompaniya Alman re peyman hat îmze kirin

Ji bo projeya rêhesina Kurdistanê bi kompaniya Alman re peyman hat îmze kirin

PeyamaKurd - Wezareta Avedankirin û Akincîbûnê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi kompanyaya Almanî Deutsche Bahn re peymana hevtêgihîştinê ji bo bicihanîna projeya rêhesinê îmze kir.

Wezîrê Avedankirinê Dana Ebdulkerîm di civîneke rojnamevanî ya bi beşdariya nûnerê Deutsche Bahn de got ku plana projeya rêya hesin a Herêma Kurdistanê ji sala 2012ê ve heye.

Li ser lêçûnên darayî yên projeyê Wezîrê Avedankirinê diyar kir: “Em hewl didin ku kompanyayên navdewletî beşdariyê bikin. Me karî bi komapanyaya Deutsche Bahn re guftûgoyê bikin ku ew baştirîn kompanyaya cîhanê ya vê derberê de ye.”

Dana Ebdulkerîm herwiha got: “Piştî guftûgoyên sal û nîvekê, îro me peymana hevtêgihîştinê îmze kir. Ew peyman jî ji bo cîbicîkirina rêya hesin a li Herêma Kurdistanê ye.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin