Ji Konsulxaneya Amerîka ya Hewlêrê hişyarî

Dîroka Weşanê :
Ji Konsulxaneya Amerîka ya Hewlêrê hişyarî

PeyamaKurd- Konsulxaneya Amerîka ya Hewlêrê, piştî protestoyên bo piştgiriya Rojavayê Kurdistanê li Herêma Kurdistanê hişyarî da welatiyên xwe.

Di daxuyaniya Konsulxaneya Amerîkayê de hate gotin ku ew çavdêriya bangawaziyên xwepêşandanan dikin ku îro dê li Hewlêr û deverên din ên Herêma Kurdistanê bên lidarxistin.

Konsulxaneyê hişyarî da û got, "Ev cure xwepêşandan dikarin bi lez berfireh bibin û veguherin tundiyê."

Herwiha hat diyarkirin ku dibe xwepêşandan bibin sedema astengkirina çûnûhatinê û xizmetguzariyan. Di daxuyaniyê de hat bibîrxistin ku hişyariya Amerîkayê ya ji bo geştkirina Iraqê di "Asta 4emîn" de maye ku dibêje "Geştê neke".

Sedema vê yekê jî “metirsiyên teror, revandin, pevçûnên çekdarî û bêîstîqrariyê ne.”

Konsulxaneya Giştî ya Amerîkayê ji welatiyên xwe xwest ku xwe ji cihên xwepêşandanan dûr bigirin, hay ji derdora xwe hebin, xwe nedin pêş û ji bo agahiyên dawî medyaya xwecihî bişopînin.