PeyamaKurd- Di daxuyaniya nivîskî ya Wezareta Parastinê ya Gurcîstanê de hat ragihandin ku 11emîn tetbîqata navneteweyî ya "Agile Spirit 2023" bi mazûvaniya Gurcîstanê hat lidarxistin.
Hat ragihandin ku Tetbîqata leşkerî ya pirneteweyî "Agile Spirit 2023" ku ji 21 welatan 3 hezar û 600 personelên leşkerî pêk tê beşdar bûn, li Gurcistanê dest pê kir.
Li gorî hat ragihandin; Tirkiye, Gurcîstan, Amerîka, Brîtanya, Azerbaycan, Belçîka, Bulgarîstan, Fransa, Almanya, Yunanîstan, Macarîstan, Îtalya, Urdun, Letonya, Lîtvanya, Moldova, Norwêc, Polonya, Romanya, Slovakya û Japonya beşdarî tetbîqata li nêzî paytext Tiflîsê bûn.
Fermandarê Hêzên Parastina Gurcîstanê Orgeneral Giorgi Matiashvili û Alîkarê Wezîrê Parastinê yê Gurcîstanê Grigol Giorgadze û dîplomat beşdarî merasima vekirinê ya ku li navenda JTECê hat lidarxistin bûn.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin