PeyamaKurd – Dadgeha Bilind a Edaletê ya Venezuelayê (TSJ) piştrast kir ku Nicolas Maduro di hilbijartina serokomariyê ya ku di 28ê Tîrmehê de li welêt hat kirin bi ser ketiye.
Li gorî nûçeya di çapemeniya neteweyî de cih girt, Serokatiya Daîreya Hilbijartinê ya TSJê li ser encamên hilbijartinên Serokkomariyê yên 28'ê Tîrmehê yên ku ev demeke dirêj bû sedema nerazîbûnan di navbera partiya desthilatdar û mûxalefetê de biryar da.
TSJê biryar da ku di encamên hilbijartina serokomariyê yên ku di 29ê Tîrmehê de ji aliyê Lijneya Hilbijartinê ya Neteweyî (TSE) ve hat weşandin de tu neheqî tune ye û destnîşan kir ku Maduro di hilbijartinê de bi ser ket.
Dadwerê TSJê Caryslia Beatriz Rodriguez di daxuyaniya xwe de diyar kir ku bultenên encamên CNE bi raporên sindoqan re hevaheng in û got, "Ev rapor bi tevahî bi databasa navendên hejmartina neteweyî re li hev dikin."
Rodriguez bal kişand ku derbarê pêvajoya hilbijartinê da lêkolîneke berfireh û kûr hat kirin û destnîşan kir ku piştî temambûna hilbijartina serokomariyê ya di 28ê Tîrmehê da jî hat îspatkirin ku êrîşa sîber a "mezin" li pergala CNE hatiye kirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin