PeyamaKurd – Li bajarê Sêrtê li navça Şêrwanê kamyonetekî ket baraja avê ya bi navê Çetin, 3 ji wan zarok 8 kes birîndar bûn. Li gor ragihandina çapemeniyê; ajotvanê kamyonetê Musa S. nikaribû di fetlanekê de bizivre û desthilata kamyonetê wenda kir. Ji 30 metre bilindahiyê daket nav ava barajê.
Tîmên cendirmeyan,112 yên lezgîn yên UMKE çûn ciyê bûyerê. Birîndaran bi ambûlansan birin nexweşxana Sêrtê ya Lêkolîn û Perwerdê. Hat ragihandin ku rewşa birîndaran başe.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin