Karwanê heftemîn a Serêknaiyê bi rê ket

Karwanê heftemîn a Serêknaiyê bi rê ket

PeyamaKurd - Karwanê heftemîn ê koçberên Serêkaniyê ku li navendên koçberan li bajarê Hesekê dimînin, berê xwe da 75 gundên xwe yên resen ên li gundewarên Serêkaniyê, Zirgan û Til Temirê.

Di daxuyaniyekê de Endamê Parlamentoya Sûriyeyê Yasir Mensûr diyar kir ku di vê karwanê de 370 malbat cih digirin û ew wekî parlamenter ji bo çavdêriya vê vegera ewle li wir in.

Mensûr her wiha da zanîn ku karwanê heştemîn jî dê sibe bi rê bikeve.

Li aliyê din, Alîkarê Fermandarê Hêzên Ewlekariya Hundirîn ê li parêzgeha Hesekê Mehmûd Xelîl ragihand ku di nav van her du rojan de dê bi giştî 847 malbat vegerin malên xwe.

Xelîl destnîşan kir ku ji bo berî hatina zivistanê hemû koçber vegerin warên xwe, xebat tên kirin û di hefteya bê de jî dê karwanê nehemîn were rêxistinkirin da ku hezar malbatên din werin şandin.