Yildirim: Bûyera Dêrsimê dê car din çênebe

Yildirim: Bûyera Dêrsimê dê car din çênebe

PeyamaKurd- Serokwezîrê Tirkiyê Binali Yıldırım bang li Dersimiya kir: “Wê car din bûyereka weka Dêrismê, li Dêrsimê neqewime.”

Serokwezîrê Tirkiyê Binali Yıldırım li Dêrsimê bo xelkê Dêrsimê axifî û got wê bûyereka weka Dêrsimê, li ser vê axê çênebe û weha dewam kir:

“ Em nahêlin careka dinê li ser vê axê Dêrsimeka dinê çêbibe. Em nahêlin ew kesên ku li Kobaniyê, di ser xwîna Kurdan de siyasetê dikin, li vê derê xebatê bikin.”

Yıldırım got ku ciyê herkesî li ser serê wan heye. Elewî, sunnî, Tirk, Kurd herkes xwediyê vî welatiye.

Dema Yıldırım behsa qewimandina Dêrsimê dike, behsa 1937-1938an dike ku di komkujiya Dêrsimê de, li dora 50 hezar kes jiyana xwe ji dest dabû û serokê Dêrsimiyan Seyîd Riza li bajarê Xarpêtê didardekiribûn.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin