Ji Sadr ji bo Malikî: “Heqê Malikî tine ku Iraqê îdare bike”

Ji Sadr ji bo Malikî: “Heqê Malikî tine ku Iraqê îdare bike”

PeyamaKurd – Serokê Rewtê Sard Muqteda es-Sadr li ser qeydiya dengê ku tê de Sadr tê rexnekirin û dibêjin deng, dengê serokê koalisyona ‘dewleta qanûn’ ya Nûrî el Malikiye, di qeydiya deng de Sadr rexne dike û wî kêm dixîne, Sadr bersiva Malikî da û weha got:

“Heqê Malikî tine ku Iraqê îdare bike. Ez şîretê lê dikim bila ji xwe re rûnê û ji xebatên siyasî xaneşîn bibe. Piştî van fikrên herifandinî, mafê wî tine ku Iraqê bi ti awayî îdare bike, ji ber wê, ji bo Iraqê û xelkê Iraqê tê vateya roxandinê.”

Serokê koalisyona ‘qanûna dewlet’ Nûrî el Malikî ji bo serokwezîrtiyê namzediya xwe ragihandibû. 4 qeydiyên deng ku tê gotin yên Nûrî Malikî ne hat belavkirin. Di deng de, Nûrî el Malikî ji bo Sadr gotiye ku Sadr ‘qatile’, ‘tirsoneke’, rexneyên tund lê kiriye û heqaretê lê kiriye.

Roja ku dengê Malikî hat belavkirin, Sadr ji destekvanên xwe xwest ku dengê Malikî ji qeydiyan derxin û jêbibin. Sadr roja duşemê di ser hesabê xwe yê Twitterê de ragihand ku lîderên hevkarên di meclisê de yên Malikî, îdîayên di derbarê wî de hatine gotin şermezar bikin û tiştên di raporê de gotiye, red bikin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin