Kerkûkê | Xwendekarên pizîskî yên Kurd daxwaza mafên xwe dikin

Kerkûkê | Xwendekarên pizîskî yên Kurd daxwaza mafên xwe dikin

PeyamaKurd – Xwendekarên beşên pizîşkî yên Zanîngeha Kerkûkê ku piraniya wan kurd in, li dijî îdareya ferzkirî ya Kerkûkê ku mafê kar nade wan, xwepêşandan li dar xistin.

Xwendekaran diyar kir ku ew nêzîkî 400 kes in û piraniya wan kurd in, lê tevî ku kartên wan ên agahdarkirinê û formên xwarinê ji Kerkûkê ne, çima ku nifûsa wan ne li Kerkûkê ye nahêlin ew dest bi karê xwe bikin.

Xwendekar û mezûnên pizîşkî dixwazin dest bi kar bikin, lê belê daxwazên wan ji aliyê rêveberiya Kerkûkê ve nayên qebûlkirin ku ev çend car in bi xwepêşandanan nerazîbûna xwe nîşan didin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin