PeyamaKurd – Li bajarê Semsûrê li gundê Kızılcapınarê kesê bi navê Mustafa Kalkan (18) bo xwe hînik bike ket ava bendava Ataturkê û piştî demekî ji ber çavan wenda bû.
Hevalên wî tîmên 112 ê agahdar kirin û tîmên noqavê yên bi ser rêvebiriya asayîşa Semsûrê çûn ciyê bûyerê. Di wexteka kurt de xwe gihandin cesedê Mustafa Kalkan û bo otopsiyê cenazê wî birin nexweşxana perwerdê û lêkolînê ya Semsûrê (Adıyaman).
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin