Komên çekdar li Efrînê 4 kes revandin

Komên çekdar li Efrînê 4 kes revandin

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku li Efrînê 4 kes hatine revandin ku 2 ji wan ji aliyê koma çekdar a girêdayî Tirkiyê Lîwa Semerqend û 2 kesên din jî ji aliyê koma bi navê Lîwa Weqas ve hatine revandin.

Çavkaniyekî ji gundê Aşkan yê rojavayê navçeya Cindirêsê ragihandiye ku çekdarên "Lîwa Semerqend" ê girêdayî artêşa Tirkiyê, doh du ciwan ji gundê Aşkan yê rojavayê girêdayî navçeya Cindirêsê revandin ku navên wan jî Mihemed Kemal Omer û Ebdo Kemal Omer in.

Dîsa jêdereke din ji navçeya Şiyê ragihandiye ku çekdarên koma "Lîwa Weqas" jî beriya du rojan du ciwanên ji gundê Anqelê yê girêdayî navçeya Şiyê revadine û navê wan jî Reşîd Cerko û Mihemed Cerko ye.

Heta niha derbarê aqûbeta wan her çar kesên hatine revandin de, ti agahî nîn in.

Hêjayî gotinê ye, ji dema Efrîn hatiye dagirkirin ve bûyerên kuştin, revandin, talan û diziyê berdewam dikin ku heta niha jî ti rêxistineke navdewletî doz li van kiryarên komên Tirkiye piştevaniya wan dike nehatiye vekirin.

Li gorî amarên Navenda belgekirina binpêkirinan li bakur û rojhilatê sûrî, tenê di meha Mijdarê de, 12 jin jî di nav de bi dehan kes hatine revandin.

Herwiha ji xeynî revandinan li 9 şêniyên Efrînê yên ji navçeya Mabata jî cezayê muebetê hatibû sepandin ku wekî sedem jî karkirina ji bo rêvberiya xweser hatiye nîşandan.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin