PeyamaKurd – Konsulxaneya Hewlêrê ya Amerîkayê, ji bo Cejna Rojiya Êzidiyan peyameke pîrozbahiyê belav kir.
Konsulxaneya Amerîka ya Hewlêrê bi daxuyaniyekê ragihand, ew Cejna Rojiyê ya Êzidiyên li Iraq û tevahiya Cîhanê pîroz dikin û hêviya cejneke bi xweşî dikin.
Di daxuyaniyê de behsa taybetmendiyên civaka êzidî hate kirin û hate gotin, “ev boneya cihê şahî, kêfxweşî û pirçandîbûna bêmînak e. Cejna hemû dostên me yên Êzidî yên li seranserê cîhanê pîroz be.”
Hêjayî gotinê ye, 8 cejnên Kurdên Êzidî hene ku cejnên Cemayî, Çileya Zistan û Çileya Havînê li perestgeha Laleşê têne pîrozkirin. Cejnên Rojî, Bilendi, Xidir Îlyas, Sersal û Qurbanê jî li nav civaka êzidî bi giştî têne pîrozkirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin