PeyamaKurd – Serokkomarê Îranê Hesen Rûhanî ragihand ku ji roja dest bi wezîfa xwe kiriye (2013) li berê bijarteyên şer û aştiyê hebûne û bi muzakereyan ber li şer girtine. Rûhanî di televizyona dewletê ya Îranê de li ser gelek mijaran axifî. Rûhanî got ku di seredana xwe ya Parîsê de ku serokê Fransayê yê berê François Hollande jê re gotiye ku weka dewletên 5+1 li hemberê Îranê biryara şer dabûn lê dema Rûhanî dibe serokkomar û dibêje ku Îran bo muzakereyan amade ye, muzakere ber li şerî girt.
Rûhanî ragihand ku bi dewletên 5+1 re hevdîtinan dikin lê di esasê xwe de bi Amerîkayê re muzakere dikin û weha got:
“Esas îro jî em bi Amerîkayê re diaxifin. Li Viyanayê bi welatên 4+1 re diaxifin lê em bi Amerîkayê re hevdîtin nakin. Lê di bingeha xwe de terefê dinê Amerîkaye.”
Rûhanî got ku qanûna di meclisa Îranê de derketiye ya bi navê ‘plana tevgera stratejîk ya bo rakirina dorpêçan û parastina berjewendiyên Îranê’ bo muzakereyan astenge û weha dewam kir:
“Eger hukumeta nû li pey qanûna ku meclis derxistiye here, nikare bigihê encamê. Eger qanûna meclisê bibe kriter, di nêz de peyman çênabe. Piştî biryarên dorpêçên Amerîkayê, ti welatekî newêre bi me re bixebite. Eger em bêjin em ê tenê muzekereya bernama nukleerî bikin, divê em singa xwe bidin ber encaman.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin