Ukrayna dê li Kenyayê navenda genim veke

Ukrayna dê li Kenyayê navenda genim veke

PeyamaKurd- Serokê Kenyayê William Ruto ragihand ku Ukrayna ji bo çareserkirina pirsgirêka xwarinê ya li rojhilatê Afrîkayê dê li Bendera Mombasayê navendeke genim veke.

Serokomarê Ukraynayê Volodimir Zelenskiy û Ruto, li New Yorkê di çarçoveya 78emîn Lijneya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) de civiyan.

Ruto, di ser hesabê xwe yê medyaya civakî re ragihand ku Serokê Dewleta Ukraynayê Volodimir Zelenskiy soz daye ku li Porta Mombasayê navendeke genim ava bike da ku hewcedariyên lezgîn ên xwarinê li rojhilatê Afrîkayê pêşwazî bike.

Her wiha Ruto piştgiriya welatê xwe ji bo çareserkirina aştiyane ya şerê Rusya û Ukrayna ji bo kêmkirina êşan û rawestandina wêraniyê nîşan da.

25 welatên Afrîkayê her sal zêdetirî sêyeka genimê xwe ji Rusya û Ukraynayê hawirde dikir û ji destpêka şer ve ji ber buhabûna erzaqê di demeke zehmet de derbas dibin, ji bo aştiya di navbera herdu welatan de pêk were, însiyatîf dan destpêkirin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin