PeyamaKurd - Serokwezîr Mesrûr Barzanî îro Yekşemê pêşwaziya Nûnera taybet a Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî ji bo Iraqê Jeanine Hennis-Plasschaert kir.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî pêşwaziya Nûnera taybet a Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekgirtî ji bo Iraqê Jeanine Hennis-Plasschaert kir û ragihand babeta mûçeyê bûye karteka fişara siyasî li dijî xelkê Kurdistanê. Herwiha Barzanî daxwaz ji NY jî kir rola xwe bilîzê di rêkeftina Herêma Kurdisranê û Iraqê li ser binemaya destûrê.
Di civînê de guftugo derbare rewşa Iraq û rûdawên dawî, danustendinên navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal û mekanizmaya çareseriyan kêşeyan kir.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî amaje bi wê yeke kir hîç biyanûyekî bo hikûmeta federal a Iraqê nehiştine ji bo çareserkirina kêşeyan û gehiştina rêkeftinê li ser binemaya destûrê.
Serokwezîr Barzanî amaje bi wê yeke jî kiriye mixabin babeta mûçeyê bûye karteka fişara siyasî li dijî xelkê Kurdistanê ku di vê salê de Bexda tenya beşa mûçeya 6 mehan şandiye ji ber wê ew daxwaz ji Neteweyên Yekgirtî dikin roleke kara bigire di gehiştina bi rêkeftinê û dabînkirina maf û şayeste darayîyên Herêma Kurdistanê ligor binemaya destûrê.
Di civînê de herweha tekezî li cîbecîkirina rêkeftina Şingalê kiriye li ser bingeha vegera aramî û seqamgîriyê ji bo deverê.
Serokwezîr Barzanî daxwaz jî kir rêkeftin weke xwe were cîbicîkirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin