PeyamaKurd- Li Kerkûkê bi sedema bûyerên 61 sal berê an ku 14 ê temmûza sala 1959 an, qurbaniyên xwe bibîranîn. Turkmen dibêjin ku komunîstên Kurd di wê wextê de wan kuştine an Kurdan wan kuştiye lê ti carê sedema bûyerê nexistine ser medyayê.
Îro jî heman mijar ket ser çapemeniya Tirkiyê û medya Tirkiyê dibêje ku bi sedema bûyerên Kerkûkê yên sala 1959 an yên 14 û 16 yên temmûzê, Turkmen baweriya xwe bi Hewlêrê an ku bi rêvebiriya herêma Kurdistanê naynin. Mijara ku Partiya Komunîst Turkmenan kuştiye gelek nayê zanîn lê Turkmen baş dizanin ku di wan bûyeran de şaşiyeka gelek mezin kirine.
Li gor agahiyên dîrokê yên wê demê; kesên ku mijarê dizanin dibêjin ku bi sedema seredana Kurdên Kerkûkê serokê mezin Mele Mistefa Barzanî bi helîkopterekî tê seredana Kerkûkê lê dema ku ji Kerkûkê dagere Bexdayê, hinek Turkmenên Kerkûkê ku bi desteka kî kirine nabêjin, bombe dixin helîkoptera Mele Mistefa Barzanî. Piştî vê bûyerê di navbera Kurd û hinek Turkmenan de şer û pevçûn çêdibe.
Helîkoptera ku Barzanî pê hatiye ya hukmiye û ji aliyê Bexdayê de bo wî hatiye texsîskirin. Tirkiye jî vê mijarê baş dizane û dema pisporên Kurd yên ku mijarê dizanin, di ser medya Tirkiyê de, gelek caran mijarê bersivandin lê ti siyasetmedarekî Tirkiyê dengê xwe li hember vê rastiyê dernexist.
Di roja me de jî daîma kontenjana parlementerên Turkmenan di parlementoya Kurdistanê de hene û di dibstanan de bi zamane xwe dixwînin. Hinek rêxistinên Kerkûkê yên Turkmenan ku ne bi mêjiyên xwe lê bi mêjiyên hinek destêwerdaneran tevidgerin,mijara dijminahiyê derdixin pêş.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin