PeyamaKurd- Dewleta Avûstûryayê çend roj berê, bi sedema xebatên siyasî yên neteweperest, derî li mizgefta Tirka girtibû. Niha bo cejna Remezanê û limêja Remezanê deriyê mizgeftê bo misilmanan vekir.
Di mizgeftê de limêja Remezanê hat kirin û misilmanên welat bo limêjê çûn mizgeftê. Mislimanên ku çûn mizgeftê alîkariya mizgeftê jî kirin.
Serokê weqfa mizgeftê Hacı Yağcı kêfxweşiya xwe anî ziman û weha got:
“Me bi cemaeta xwe re limêja cejnê eda kir. Şikir ji Xwedê re belgeya îznê heye û ewraqên ku Daîra Karên Olî xwestiye, me temam kir û şand Daîra Karên Olî. Bi belgeya ku were, wê mizgeft bi awayeka fermî ji aliyê hukumetê ve bê naskirin.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin