Trump: “Dibe Îran bi sasî balafira Ûkraynayê xistibe”

Trump: “Dibe Îran bi sasî balafira Ûkraynayê xistibe”

PeyamaKurd- Serokê Amerîkayê Donald trump li ser mijara ketina balafira Ûktaynayê ya ku li Tehranê ketibû weha ragihand:

“Dibe balafira Ûkraynayê a ku li Tehranê ketibe, bi şaşî ji aliyê Îranê de hatibe xistin. Hîssiyateka min a wisa heye ku gelek tişteka xerabe.”

Ragihandina Trump wê di demên pêşiya me de dewam bike lê sekreterê konseya bergiriyê yê neteweyî yê Ûkraynayê Aleksey Danilov got ku ew difikirin bê ketina balafirê ji ariza motorêye, ji lêketina fuzeyê ye an ji êrîşa terorê ye. Serokê komîsyona lêkolîna hewakariyê û qezayan ya Îranê Hesxen Rizayîfer jî got ku balafira Ûkraynayê ne bi roket an bi fuzeyan ketiye lê pîlot berê hewl dida ku dagere balafirxaneya Tehranê.

Aleksey Danilov di ser malpera Cencor.NET ê de ku ya Ûkraynayê ye, ragihand ku li ser fermana serokê Ûkraynayê Vladimir Zelenskiy komîsyonekî hatiya avakirin û komîsyon çûye Tehranê. Danilov weha got:

“Di komîsyona ku çûye Tehranê de wezîfedarên wezaretê û ji beşên pêwendîdar 45 kes hene û bi rêvebirên Îranê re hevdîtinan dikin. Di nava sedemên ketina balafirê de em li ser lêdana hebûna sîstema Rûsyayê ya Tor ê radiwestin ku li wê deverê hene. Dibe di nava balafirê de tevgereka terorê bûbe û teqîn çêbûbe. Sedemên din yên teknîkî ne, dibe ku motor ariza kiribe an li hewayê bi dronekê re lihev ketibe.”

Piştî ketina balafirê, Îran ragihandibû ku wê qutiyên reş yên ku her tişt tê de qeydkiriîne nedin Ûkraynayê û niha dibêjin ku qutî bi temamî di qezayê de şewitîne.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin