Brezîlya ji “peymana koça kureyî” dê vekise

Brezîlya ji “peymana koça kureyî” dê vekise

PeyamaKurd- Wezîrê karên derve yê dahatû yê welatê Brezîlyayê Araujo, di ser hesabê xwe yê medya civakî de ragihand ku wê ji ‘peymana koça kureyî’ ya dinyayê vekişin.

Araujo, di ser hesabê xwe yê Twitter ê de weha ragihand:

“Koçberî divê ne weka mijareka kureyî lê her welat divê li gor rastiyên xwe û hukumraniya xwe wê şirove bike.”

Li Brezîlyayê hukumeta nû wê ji peymana koçê ya kureyî vekişe. Araujo, piştî serê salê wê di hukumeta nû, di bin serokatiya Jair Bolsonaro de wezîfa wezîrê karên derve bide ser milên xwe.

Welatên endamên Neteweyên Hevgirtî, ‘peymana koçê ya kureyî’ di serê hefteya borî de li welatê Fasê îmzakiribûn. Peyman her çendîn hatiye îmzekirin jî bi awayeka hukmî ti welat ne mecbûre peymanê bicîhbîne.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin