Li Hesekê du teqîn li pey hev çêbûn

Li Hesekê du teqîn li pey hev çêbûn

PeyamaKurd - Li bajarê Hesekê yê Rojavayê Kurdistanê îro danê nîvro bi motorsîkletên bombebarkirî du teqîn çêbûn.

Çavkaniyên xwecihî radigihînin ku têqîna yekem bi motorsiklêteke bombebarkirî li taxa Mişêrfa ya hemberî sûka Hala sewzeyan a bajarê Hesekê li demjimêr 12:45an rû daye.

Li gorî şahidan, motorsîklet ji dûr ve hatiye teqandin û Hêzên Ewlehiya Hundirîn piştî teqînê yekser çûne cihê bûyerê û qedexeya çûyîn û hatinê li wê deverê danîne.

Teqîna duyemîn jî li kolana giştî ya taxa El-Neşwa Rojava li demjimêr 13:10an de pêk hat ku hat ragihandin, sivîlekî jiyana xwe ji dest daye û yek jî bi xedarî birîndar bûye ku ew rakirine nexweşxaneyê.

Hêjayî bîrxistinê ye di sê hefteyên dawî de li bajarê Hesekê zêdetirî 4 motorsiklêt tên teqandin ku gelek sivîl di wan êrîşan de bûne qurbanî.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin