PeyamaKurd – Nûnera Bilind a Polîtîkayên Ewlekariya Yekîtiya Ewropayê Fedeerica Mogherini di civîna Wezîrên Derve yên YE-Yekîtiya Erebî de got, “Çareseriya aştiyane ya li Sûriyê tenê dikare bi gotûbêjên di bin banê Neteweyên Yekbûyî (NY) de pêk were.”
Mogerînî di vekirina civînê de de destnîşan kir, şerê wan ê sereke çareseriya di bin banê NYyê de ye û wiha axivî:
“Çareseriya aştiyane ya li Sûriyê tenê dikare bi gotûbêjên di bin banê Neteweyên Yekbûyî (NY) de pêk were. Ev mercê me yê sereke yê asayîbûna rewşê û ji nû ve danînan pêwendiyên bi rêveberiya Şamê re ye.”
Mogherini herwiha got ku ew dê alîkariyên bo welatên penaberên Sûriyê vedihewînin berdewam bikin û diyar kir, dê civîna sêyemîn a Konferansa Sûriyê ya Brukselê di navbera rojên 12-14ê Adarê de were lidarxistin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin