PeyamaKurd- Ekonomiya Tirkiyê ev demeke dirêj e ku ber bi xirabiyê ve diçe. Ji Sala 2002yan heta niha belkî ekonomiya Tirkiyê ev qasî neketibû zorê de. Di dîrokê de ti caran diravên Tirkiyê (TL.) ev qasî bêqedir nebûbû.
Duh Dolarê Amerîkayê di dijî TLya Tirkiyê reqora herî mezin şikand û 1 Dolarê Amerîkayê bû bihayê 4.92 TLyê Tirkiyê.
Êdî vê mijarê tirs xistiye dilê hemî welatiyên Tirkiyê de.
Piştî van geşedanan nûçeyên aboriyê hemî, di çapemeniyê de bûne sernûçe. Duh Dolar zêde bû û Banqa Navendî ya Tirkiyê mudaxeleyî Dolarî kir. Li Tirkiyê herî kêm di 18 rojnameyan de 49 ninîskaran di nivîsên xwe yên îro de li ser rewşa aboriyê sekinîn.
Nivîskarên çapemeniya nêzîkî îqtîdarê hemiyan îdda kirin ku ev li dijî Tirkiyê mudaxeleyeke xaricî ye. Qismek jî, tenê îqtîdarê sûcdar dike.
Êdî kê çi got:
Ertugrul Ozkok/Hurriyet
“Li Tirkiyê Dolar nêzîkî 5 TLyî bû.
Piştî 24ê Hezîranê divê ji bo ekonomiyê hinek tiştên jidil werin kirin.”
Abdulkadir Selvi/Hurriyet
“Wextê ku biryara hilbijartinê hate standin, dihat gotin ku Kurd wê encamên hilbijartinê tayîn bikin. Lê êdî niha tê gotin ku Kurd û Dolar wê encamên hilbijartinê tayîn bikin.”
Emre Kongar/Cumhuriyet
“Jixwe ekonomiya me bi der ve girêdayî ye. Êdî di hundir de jî dizî û talan heye. Ji ber vê yekê çavkanî hemî çikiyan.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin