PeyamaKurd- Parlementerê HDP ê Ömer Öcalan bi sedema kuştina xortê Kurd Barış Çakan ê ku ji Patnosê bû û li Ankara dima, du roj berê ji aliyê 3 Tirkê nijadperest de li Ankara hatibû kuştin, peyamekî bo çapemeniyê belav kir. Peyama parlementer Ömer Öcalan bi awayekî video hat belav kirin û gotinên wî ev in:
“ Barış Çakan lawê millete Kurd bû, ji Agiriyê hatibû, ji Patnosê bû, mixabin li vî welatî, li payîtexta Tirkiyê bi şiklekî qirêj hat qetilkirin. Ji bo zimanê wî Kurdî bû û ew Kurd bû, êrîşek mezin bi ser de hat meşandin. Ne tenê Barış Çakan dijminahiyek li dijî gelê Kurd tê meşandin. Qanûna dijminatiyê li hemberê gelê Kurd tê meşandin. Em bawer nakin bi vî şiklê Komara Tirkiye biser bikeve. Yên ku vê Komara Tirkan temsîl dikin, dijminatiya Kurdan dimeşînin. Parlementerên di nava îqtîdarê de jî ji xwe re nabêjin ku ew Kurdin. Dibêjin koka me Kurd e. Koka wan Kurde lê belê ew bi xwe ne Kurdin. Dayîka wan bavê wan Kurd e ama ew xwe Kurd nahesibînin. Ji ber di nav partiya desthilatdar de siyasetê dikin, ji bo wê yekê nikarin bejin ku em Kurd in jî. Kurd bi deh salane têkoşîna xwe meşandine, a niha jî dimeşînin, serî li ber dagirkeran natewînin, tişta ku Komara Tirkiyê bike, divê siyaseta xwe di ber çava re derbas bike, ji bo hemû gelan, polîtîkayekî li gor hemî gelan, rêgezek li gor demokrasiyê bimeşîne. Silav û hurmet.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin