PeyamaKurd – Serokkomarê Sirbistanê Alaksandar Vucic di zîrwa Ûkrayna-Rohilatê Ewrûpa de dubare kir ku Sirbistan naxwaze givaşan deyne ser Rûsyayê. Vucic, piştî zîrwê ji bo medya xwecîh şiroveyan kir.
Vucic, got ku destekê didin yekîtiya axa Ûkraynayê û weha dewam kir:
“Di heman wextê de me biryarê daye ku givaşan daneynin ser Rûsyayê ji ber siyaseta dewleta me wisa ye. Di metna deklerasyonê de, gotina ‘alîkariya leşkerî’ hat derxistin û daxwazên Sirbistanê hatin qebûl kirin.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin