PeyamaKurd - Siyasetmedara Kurd Leyla Zana û Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan, ji bo beşdarî meşa girseyî ya li dijî qeyûm tayînkirin û darizandina Hevşaredarê Colemêrgê bibin çûn wî bajêrî.
Danişîna biryarê ya Hevşaredarê Colemêrgê yê DEM Partiyê Mehmet Siddiq Akiş ku qeyûm li şûna wî hat tayînkirin, îro tê dîtin.
Ji ber dozeke 12 sal berê
Hevşaredarê Colemêrgê Mehmet Siddiq Akiş, bi egera dozeke ku 12 sal berê di derbarê wî de hatiye vekirin, ji aliyê Wezareta Hundirîn a Tirkiyeyê ve ji postê xwe hate dûrxistin û di şûna wî de qeyûm hate tayînkirin.
Li bakurê Kurdistanê, bertekên li dijî biryara ji postdûrxistin û di şûna wî de tayînkirina qeyûm a Hevşaredarê Colemêrgê didomin.
Di vê çarçoveyê de hate ragihandin ku siyasetmedara Kurd Leyla Zana û Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirkan jî îro çûne Colemêrgê.
Meşa girseyî
Tê payîn ku Zana û Bakirhan di demjimêr 13.00an de bigihîjini daketina bajarê Colemêrgê û li wê derê beşdarî meşa girseyî bibin
Hate gotin meşa ku Leyla Zana û Tuncer Bakirhan jî beşdar bibe, wê li daketina bajêr destpê bike û ber bi navenda bajêr ve biherike.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin