Li Akre û Xebatê lehî û bahozê ziyaneke mezin bi xwe re anî

Li Akre û Xebatê lehî û bahozê ziyaneke mezin bi xwe re anî

PeyamaKurd – Li navçeya Akre ya parêzgeha Duhokê ku du roj in bênavber baraneke xurt dibare, av çû ser gelek malan û ziyaneke mezin bi xwe re anî.

Li gorî daxuyaniya Polîsê Hawarçûnê yê Akre, ji ber lehiyê av çûye nav zêdetirî 20 malan û beşeke tekiyeya Şêx Ebdulezîz Geylanî jî ziyan dîtiye.

Li navçeya Xebat a Hewlêrê jî ji ber bahozê û barana gur çend darên qedîm ji rehê xwe hilkişiyane û dîwarên çend malan jî hilweşiyane.

Hat zanîn ku li navçeya Xebatê jî ziyan gihîştiye Mizgefta Mezin a Beşîriyan.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin