PeyamaKurd - Hejmara kuştî û birîndarên êrişa şeva borî ya li dijî Serbazgeha K1 ya hêzên Amerîkî li Kerkûkê hatin eşkerekirin.
Şeva borî Serbazgeha K1 ya hêzên Amerîkî, ku dikeve rojavayê bajarê Kerkûkê, rastî êrişê hatibû.
Rayedarên Amerîkî dane zanîn, di wê êrişê de ku bi topên hawanê hatibû kirin, sivîlekî Amerîkî, ku bi hêzên Amerîkî re kar dikir, hatiye kuştin û çar serbazên Amerîkî jî birîndar bûne.
Hêjayî gotinê ye ku di wê serbazgehê de, ji bilî hêzên Amerîkî hêzên Iraqî jî hene.
Serbazgeha K1 dikeve rojhilatê Kerkûkê û berî bûyerên 16ê Cotmehê, baregaha mîhwera 4 a hêzên Pêşmerge bû û niha jî hêzên polîsê federal, hêzên Amerîkî, dijterora Iraqê û çekdarên Heşda Şeibiyê di wê serbazgehê de dimînin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin