PeyamaKurd - Li navçeya Geverê ya bajarê Colemêrgê yê Bakurê Kurdistanê, otomobîla kesên diçûn seyranê wergeriya û 6 kesên tê de can dan.
Hat zanîn ku îro duşemê danê sibehê li nêzîkî gundê Satê yê Geverê otomobîla karmendên perwerdehiyê (mamoste) ku diçûn seyranê qeza kir.
Li cihê bûyerê otomobîla qeza kir bû wek glokê û bi ser hev de perçiqî. 5 jin û zilamekî di nav otomobîlê de bûn bi xedarî can dan ku cenazeyê wan bo morga nexweşxaneya Geverê hatin veguhestin.
Parêzgariya Colemêrgê ragihand ku ajokarê otomobîlê ku ew jî karmendê Rêveberiya Perwerdehiyê ye, di wê bûyerê de birîndar bûye.
Hat diyarkirin ku bûyer li devera Çiyayê Cîlo çêbûye û 3,200 metre bilind e.
Navê 6 kesên di otomobîlê de can dane ev in: Savaş Bayram, Çîmen Ozçuk, Evîn Yazgan, Semra Varol, Meryem (Renda) Bartin û Aysun Er.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin