Pirtûka notayên hemû 'Stranên Arsîva Radyoya Erîvanê' hat çapkirin

Pirtûka notayên hemû 'Stranên Arsîva Radyoya Erîvanê' hat çapkirin

PeyamaKurd - Enstîtuya Çandê ya Alman û Kurdan (Deutsch-Kurdischen-Kulturinstitut) piştî belavkirina Stranên Arşîva Radyoya Erîvanê li ser platformên dijîtal, niha jî notayên van stranan weke pirtûk çap kir.

Enstîtuyê ji ber berfirehiya xebatê pirtûk bi awayê çar cildan weşandiye û lêkolînerê Muzîka Kurdî û stranbêj Cewad Merwani bi salan e li ser vê arşîvê kar dikir û ekîbeke berfireh di encama xebateke çar salan de xebata salan a Merwanî wekî pirtûk ji bo çapê amade kirin.

Di pirtûkê de nota û gotinên hemû stranan hatine nivîsandin. Stran li gorî navê stranbêjan û bi awayekî alfabetîk rêzkirî ne. Pirtûk wekî “Stranên Rîtmîk” û “Stranên Serbest” hatin dabeşkirin. Cilda yekem û ya duyem ji bo “Stranên Rîtmîk”, cilda sêyem û ya çarem jî ji bo “Stranên Serbest” hatin veqetandin. 

Di destpêka pirtûkê de derbarê muzîka kurdî de hin zanyarî hene û behsa çanda devkî, bi taybet jî dengbêjiyê tê kirin. Di nava rûpelên pirtûkê de ferhengokek jî heye û di vê ferhengokê de hin têgehên esasî yên muzîkê hatin bicihkirin.

Ev çar cild hemû arşîva Radyoya Erîvanê bi gotin, nota û analîzan wekî cewhereke mezin ya arşîva muzîka kurdî diyarî dîrok û civaka kurd dike.

Enstîtuyê bi van çar cildan re DVDyek jî amade kir û di vê DVDyê de jî hemû Stranên Arşîva Radyoya Erîvanê hene.

Ji bo vê xebatê vîdeoyek hatiye amadekirin û tê de li gel Cewad Merwaniyî, hunermend Dilovan, muzîkolog Veysî Varli, yek ji hunermenda Radyoya Erîvanê Dîlbera Wekîl, Dîrektorê Sazîya Çandî ya Bajarê Neussê Harald Muller, Mamoste Berzan Farqîn û helbestvan û nivîskar Îşxanê Aslan jî bi peyamên xwe behsa girîngiya vê xebatê kirin.

Cewad Merwanî di vîdeoyê de wiha dibêje: “Em dibên li gelê kurd pîroz be. Hêvîdar im ku em tev jê feyde bibînin.”

Hunermend Dilovan jî bi van gotinan behsa pêvajoya vê xebatê kir: “Cevad Bi astekî bilind, xebatekî mezin kir û ew heya îro jî girêdayî xebata xwe ye. Gelek spas Cevad can.”

Harald Muller, Dîrektorê Sazîya Çandî ya Bajarê Neussê jî di peyama xwe de spasiya Cewad Merwaniyî kir: “Ez dixwazim di vê xalê de ji bo vê xebata pir girîng ji bo gelê kurd û ji bo kevneşopiya muzîkê li çaraliyê cîhanê, Cewad Merwanî spas bikim.”

Mamoste Berzan Farqînî jî dibêje: “Nîyeta Cewad ew bu ku arşîvekê çêke, ji bo kilamê kurdî xelas ke. Her tim wî dixwest vî karê arşîvê, muzîka kurdî, klamê kurdî, vana bide hev, wek biparêze.”

Ji bo vîdeoyê bitikîne:

https://youtu.be/wYA63dwNHUc

Hûn dikarin Stranên Arşîva Radyoya Erîvanê li ser kanalên Deutsch-Kurdischen-Kulturinstitut yên li xwarê peyda bikin:

Yotube: https://www.youtube.com/watch?v=zXQxmKc6kdU&list=PLAXCuqYJmH1J4nHR-6voYASYORyBdDsvN

Spotifay: https://open.spotify.com/album/6aTAvz6FtGwIMI11PkXYvy?si=N-TLQ6loTBqv1DEPyxgCvw

iTunes: https://music.apple.com/tr/album/stran%C3%AAn-ar%C5%9F%C3%AEva-radyoya-er%C3%AEvan%C3%AA-1-ep/1504953007?l=tr

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin